Nêçîrvan Barzanî: Raperîn bersiveke yekalîker bû ji bo azadî û serfiraziyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 5ê Adarê di 35emîn salvegera Raperîna mezin a Adara 1991ê de peyamek belav kir û tê de tevî tekeziya li ser parastina destkeftên destûrî, ragihand, Herêma Kurdistanê wek faktoreke aramiyê dimîne û nabe beşek ji mîlmilanêyên serbazî yên navçeyê.

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Îro em bi rûmetê ve bîranîna 35emîn salvegera Serhildana Mezin a Adara 1991ê bibîr tînin. Bi vê boneyê, ez pîrozbahiyên germ pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û tevahiya Kurdistaniyên li hundir û derveyî welat dikim. Silav û rûmetê ji bo giyanên pak ên şehîdên serhildanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê re dişînim.

Serhildan xaleke veguherînê ya dîrokî û bersiveke yekalîker a gelê Kurdistanê bû di redkirina zilm û zordariyê û di pêngavekê ber bi azadî û serkeftinê. Ev bîranîna pîroz di demekê de ye ku herêm di rewşeke aloz û hesas re derbas dibe. Zêdebûna aloziyan û encamên neyînî yên nakokiyan, berpirsiyariyeke mezin datîne ser milê me hemûyan ji bo parastina aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê.

Di vê bîranînê de, em careke din tekez dikin ku Herêma Kurdistanê, weke herdem, dê bibe faktorek sereke ya aramî û aştiyê û dê nebe beşek ji ti nakokî û pêşveçûneke leşkerî ku zirarê bigihîne jiyan û ewlehiya welatiyên me. Parastina kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên me yên destûrî, tenê bi yekrêzî, lihevhatin û berpirsiyariya hevpar a neteweyî ya hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhatên Kurdistanê dibe.

Bila ev bîranîn me han û teşwîq bike ji bo derbaskirina kêşeyan û kûrbûna çanda pêkvejiyan û lêborînê. Wefadarî ji bo xwîna şehîdan ew e ku em bi hev re û dest bi dest; ji bo parastina ewlehî û avakirina paşerojeke baştir ji bo nifşên me yên paşerojê bixebitin.

Silav ji bîranîna serhildanê re.

Aramî û ewlehî ji bo Kurdistanê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

05.03.2026