Trump li Koşka Spî pêşwazî li Lionel Messi û tîma Inter Miami kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî pêşwazî li şanda yaneya Inter Miami, palewanê werzê borî ya lîga Amerîkayê kir. Ev cara yekem e ku stêrka Argentînî Lionel Messi li koşka serokatiya Amerîkayê tê pêşwazîkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva borî 5ê Adarê bi boneya bidestxistina nasnavê werzê borî ya lîga Amerîkayê, pêşwazî li Lionel Messi û hevalên wî yên di yaneya Inter Miami de kir.
Ev pêşwaziya taybet a li Koşka Spî di demekê de ye, Serokê Amerîkayê di dawiya sala borî de jî li heman cihî pêşwazî li stêrkê Portegalî û yarîzanê yaneya El-Nesr a Siûdî Cristiano Ronaldo kiribû.
Xaleke baldar a vê serdanê ew e ku Lionel Messi berê vexwandina Serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden red kiribû. Biden ji bo wergirtina "Mîdalyaya Azadiyê ya Serokatiyê" Messi vexwendibû Koşka Spî, lê Messi wê demê neçûbû serdana koşka serokatiyê. Lê belê vê carê, Messi ligel tîma xwe ya Inter Miami beşdarî merasîma li cem Donald Trump bû.