NATOyê mûşekeke Îranî li asmanê Tirkiyeyê êxist
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand ku mûşekeke balîstîk a Îranî êxistiye û haydarî jî da berpirsên Tehranê.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê îro (Duşem, 09ê Adara 2026ê) di ragihandinekê de eşkere kir ku, mûşekeke balîstîk ku ji axa Îranê arasteyî asmanê welatê wan hatibû kirin ji hêla sîstema berevaniyê ya Hevpeymaniya NATOyê ve hat êxistin û parçeyên wê li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê ketin erdê.
Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê, hêzên berevaniya asmanî û mûşekî yên Hevpeymaniya Bakurê Etlesî (NATO) li Rojhilata Deryaya Navîn ew mûşeka balîstîk kir armanc û êxist.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di derheqa zirarên wê bûyerê de jî ron kir ku, hin parçeyên wê mûşekê li çol û erdên vala yên Dîlokê ketine erdê, lê tu zirarên canî û birîndarbûn ji wê bûyerê çê nebûne.
Wezareta navbirî di pareke din a wê ragihandê de jî peyameke haydariyê ya tund belav kir û tê de got: Tirkiye girîngîyeke mezin dide têkiliyên baş ên cîrantiyê û tenahiya deverê, lê em careke din tekez dikin ku, li beranberî her gefeke li ser erd û asmanê welatê me, bê dûdilî û bi israr em dê hemî pêngavên pêdivî biavêjin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di dawiya wê ragihandê de jî haydarî da û ragihand: Pabendbûna bi haydariyên Tirkiyeyê di vî warî de di berjewendiya hemî aliyan de ye.