Pêşewa Hewramanî: Herêma Kurdistanê nabe beşek ji vî şerî
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Pêşewa Hewramanî ragihand, serkirdayetiya siyasî ya Herêmê ji bo parastina Kurdistanê ji aloziyên niha "helwesteke rast" girtiye ber xwe û hişyarî da dezgehên ragihandinê ku cihên êrîşan rûmal nekin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî derbarê rewşa ewlehiyê ya Herêmê û rûmalkirina bûyeran de, îro 10ê Adarê daxuyaniyek da. Hewramanî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê û tevahiya navçeyê di qonaxeke gelekî hestiyar re derbas dibin.
'Serkirdayetiya me bi hişmendî tevdigere'
Hewramanî bal kişand ser hewildanên Hikûmetê û got: "Sipas ji Xwedê re, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya siyasî ya Herêmê ji bo parastina Kurdistanê ji vê 'agirê şer', serederiyeke rast û guncayî girtine ber xwe. Can û malê xelkê ji bo me, ji her tiştî giringtir e."
Hişyariya ji bo dezgehên medyayê
Berdevkê Hikûmetê banga hişyariyê li medyaya navxweyî û biyanî kir û daxwaz kir ku di rûmalkirina bûyeran de berpirsiyar bin. Hewramanî wiha axivî got: "Divê hemû medya pabendî rênimayan bin û bi ti awayî cihê ketina diron û mûşekan rûmal nekin. Pêwîst e tenê pişt bi wan zanyariyan were girêdan ku ji aliyê Dijeterora Kurdistanê û dezgehên ewlehiyê yên fermî ve têne belavkirin."
'Kurdistan nabe parçeyek ji vî şerî'
Pêşewa Hewramanî di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, parastina Kurdistanê û silametiya canê welatiyan di ser her tiştî re ye û got: "Herêma Kurdistanê nabe parçeyek ji vê şerê li navçeyê diqewime."