Yekîtiya Hinardekar û Hawirdekaran: Hemû deriyên sînorî yên bi Îranê re vedibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Hinardekar û Hawirdekarên Herêma Kurdistanê ragihand, di çend rojên bê de dê hemû deriyên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de werin vekirin û proseya bazirganiyê asayî bibe.

Yekîtiya Hinardekar û Hawirdekarên Herêma Kurdistanê îro 10ê Adarê di daxuyaniyekê de diyar kir, piştî aloziyên serbazî yên di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de, deriyên sînorî yên herêmê hatibûn girtin, lê niha pêvajoya vekirina wan dest pê kiriye.

Di daxuyaniyên de hat gotin, di rojên borî de tenê deriyê Başmaxê vekirî mabû, lê niha biryar hatiye girtin ku deriyên din jî werin vekirin.

Deriyên Şûşmê û Seyranbenê hatin vekirin

Li gorî daxuyaniyê:

- Di 8ê Adarê de, deriyê sînorî yê Şûşmê hat vekirin.

- Êvara 9ê Adarê jî deriyê Seyranbenê li ber bazirganiyê hat vekirin.

Zêdebûna tevgera bazirganiyê li Başmaxê

Yekîtiya Hinardekar û Hawirdekaran ragihand, niha ji deriyê Başmaxê rojane nêzîkî 500 barhilgir derbas dibin. Ev barhilgir kelûpelên tranzît û malên Îranî vediguhêzin û tê çaverêkirin ku ev rêje zêdetir bibe. Kelûpelên ku herî zêde têne hawirdest kirin; meywe, sebze, şîrînî, vexwarinên gazî, şerbet û biskuwît in.

Hacî Omeran û Perwîzxan di rê de ne

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, tê çaverêkirin di rojên bê de her du deriyên sereke yên Hacî Omeran û Perwîzxan jî werin vekirin. Bi vekirina van deriyan, têkiliyên aborî û tevgera bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de dê bi temamî vegere rewşa xwe ya asayî.