Helbestvan Ehmedê Huseynî koça dawî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvanê Kurd ê naskirî Ehmedê Huseynî, li welatê Swêdê di 71 saliya xwe de, ji ber nexweşiya penceşêrê çavên xwe li jiyanê girtin.
Helbestvan û nivîskar Ehmedê Huseynî, ku yek ji stûnên helbesta nûjen a Kurmancî dihat hejmartin, piştî têkoşîneke dirêj a li dijî penceşêra pişikê, îro 10ê Adarê li Swêdê koça dawî kir.
Ehmedê Huseynî di sala 1955an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Piştî xwendina xwe ya seretayî û navîn, li Zanîngeha Şamê beşa Felsefeyê qedand. Huseynî ji ber şert û mercên siyasî, derket Libnanê û di sala 1989an de li welatê Swêdê bicih bû.
Ehmedê Huseynî yek ji damezrînerên Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bû, ku di sala 2004an de li Swêdê hatibû avakirin.
Di qada wêjeyê de xwedî kedeke mezin bû. Heta niha 15 pirtûkên wî yên helbestan hatine çapkirin û di sala 2015an de "Berhemên wî yên Giştî" hatin weşandin.
Huseynî di sala 2013an de bi awayekî demkî vegeriyabû Qamişloyê û di sala 2016an de bi temamî li wir bicih bû. Di sala 2023an de dema pê hesiyan ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye, ji ber vê yekê ji bo dermankirinê careke din çû Swêdê.