ENKS li ser kuştina Alaedîn Emîn: Divê kujer derkevin pêşberî dadgehê

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS), bi tundî kuştina ciwanê bi navê Alaedîn Emîn di girtîgehên bin kontrola PYDê de şermezar kir û daxwaza lêpirsîneke serbixwe kir.

Ciwanê bi navê Alaedîn Emîn (33 salî) ku xwediyê nasnameya Swêdê ye, piştî çend mehan ji girtinê ji aliyên Asayişa Hesekê ve, roja 8ê Adarê termê wî radestî malbata wî hate kirin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê daxuyaniyek derbarê canjidestdana gumanbar a Alaedîn Emîn de belav kir û ev bûyer wekî "tawaneke hov" pênase kir ku li dijî hemû nirxên civaka Kurdî û qanûnên mirovî ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Alaedîn Emîn piştî ku ji welatê Swêdê vegeriyabû herêmê, ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve hatibû girtin û 5 mehan hatibû windakirin. ENKSê bal kişand ser radestkirina termê wî di 8ê Adarê de û wiha got: "Termê wî bi raporên bijîşkî ve hat radestkirin, da ku rastiya êşkence û tiştên ku di girtîgehê de hatine serê wî were veşartin."

ENKSê diyar kir ku ev tawan nîgeraniyeke mezin di nav xelkê de çêdike, bi taybetî derbarê rewşa girtî û windayên din ên di girtîgehan de. ENKSê daxwazên xwe yên sereke wiha rêz kirin:

- Lêpirsîna Serbixwe: Divê di bin çavdêriya rêxistinên mafên mirovan ên bawerpêkirî de, lêpirsîneke zelal û serbixwe were destpêkirin.

- Cezakirina Sûcdaran: Divê hemû kesên destê wan di vê tawanê de heye werin naskirin, derkevin pêşberî dadgehê û cezayên herî giran li wan were birîn.

- Berdana Girtiyan: Divê hemû girtîgeh werin sipîkirin û girtinên bi keyfî bidawî bibin û ewlehiya civakê were parastin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir, "Ji bo pêkanîna dadperweriyê, divê rastî werin aşkerekirin, berpirsyarên tawanan hesab bidin û sînorek ji bo girtinên keyfî were danîn." 

Herwiha ENKSê sersaxî ji malbata Alaedîn Emîn re xwast û soza şopandina vê dozê da.