Balyozxaneya Amerîkayê ji welatiyên xwe re: Di zûtirîn dem de ji Iraqê derkevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di hişyariyeke nû ya ewlehiyê de, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê daxwaz ji welatiyên xwe kir ku bi zûtirîn dem Iraqê bicih bihêlin. Ev daxuyaniya lezgîn di demekê de tê, asmanê Iraqê li ber geştên asmanî hatiye girtin.

Di daxuyaniya balyozxaneyê de hat diyarkirin, silametiya welatiyên Amerîkî ji bo Serok Donald Trump û Wezîrê Derve Marco Rubio li serê karên wan ên herî pêşîn e. Hat ragihand, hikûmeta Washingtonê niha bijardeyên din dinirxînin, da ku alîkariya welatiyên xwe bike ku ji Rojhilata Navîn derkevin.

Balyozxaneyê hişyariyeke tund da û ragihand: "Îran û komên milîs ên hevpeymanên wê, gefeke mezin li ser silametiya giştî ne." Herwiha destnîşan kir jî, pêştir êrîşî berjewendiyên Amerîkayê yên li Iraqê mîna otêl, kompanya û binesaziya hestiyar hatine kirin û metirsiya revandina welatiyên Amerîkî jî heye.

Herwiha balyozxaneyê şîret li welatiyan kir ku xwe ji civîn û cihên giştî dûr bixin, bi taybetî wan cihên ku peywendiya wan bi Amerîkayê re heye. Ji bo wan kesên ku nikarin an jî biryara manê dane, daxwaz hat kirin ku di cihên aram de bimînin û xurek, av, derman û pêdiviyên sereke yên pêwîst ji bo xwe yedek bikin.

Derbarê awayê derketina ji Iraqê de, Balyozxaneya Amerîkayê ragihand, niha asmanê Iraqê girtî ye û ti geştek asmanî nîne. Lê belê rêyên bejayî yên ber bi welatên wekî Urdin, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê ve vekirî ne û amûrên veguhastina navxweyî kar dikin. Di heman demê de, hat hişyarkirin ku dibe ev dergehên sînorî bêyî agahdarkirina pêşwext werin girtin û geştyar bi derengketineke zêde re rûbirû bimînin.