Li Omanê du dron hatin êxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Omanê ragihand ku, wan du êrîşên bi dronan şkandine bê ku tu zirarên canî û madî jê çê bibin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Omanê ji çend çavkaniyan ragihand ku, îro (Çarşem, 11ê Adara 2026ê) li asmanê Omanê dronek pûç kiriye, û droneke din jî li asmanê deryaya bakurê herêma Deqimê bi dûratiya 550 kîlometreyan ji Mesqeta paytext êxistiye, bê ku tu zirarên canî û madî bên tomarkirin.

Her çend tu welatek bi wan êrîşên bi dronan nehatiye tometbarkirin jî, lê çavkaniyan tevî şermezarkirina wan êrşan ragihand ku, hikûmet hemî rêkaran ji bo ewlehiya welat û welatiyan bi cih tîne.

Li gorî amara dawiyê ya wan êrîşên ku bi mûşek û dronan ji aliyê Îranê ve li ser heft welatên Erebî yên kendavî tên kirin, heta danê êvarê yê duhî Sêşemê 3187 êrîş hatine tomarkirin, di nav wan de herî zêde êrîşî Îmaratê hatiye kirin, li rêza duyê Kuweyt û paşî Behreyn, Qeter, Urdin û Erebistana Siûdî tên, lê li Omanê tenê heşt êrîşên bi dronan hatine tomarkirin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.