CENTCOM: Me 5 hezar û 500 cih li nav Îranê kirine armanc
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku, şiyana hêzên Îranê di kêmbûneke mezin de ye û êrîşên wan ên bi mûşek û dronan bi rengekê berçav kêm bûne. Hêzên Amerîkayê di çarçoveya Operasyona Tûrebûna Dastanî de zêdetir ji 5 hezar û 500 armanc li hundirê Îranê hingaftine yek ji xetertirîn polên keştiyên şer ên hêzên deryayî yên Îranê bi dawî aniye, herwesa serdestiya bi tevahî ya asmanî li ser asmanê wî welatî ferz kiriye.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper îro (Çarşem, 11ê Adara 2026ê) di konferanseka rojnamevanî de amar û pêşveçûnên medyanî yên şerê li dijî ÎRanê eçkere kirin û ragihand: Hêzên Amerîkayê li ser weşandina gurzên wêranker li ser rejîma Îranê berdewam in. Wekî ku min pêştir jî gotibû û hêjayî dubarekirinê ye; hêza şerker a Amerîkayê zêde dibe û hêza şerker a Îranê kêm dibe.
Brad Cooper amaje jî da ku, heta bi rêya bikaranîna çekên zîrek û pir hûr zêdetir ji 5 hezar û 500 armancan li hundirê Îranê hingaftine, ku 60 keştiyên deryayî jî fi nav de ne.
Navbirî li ser zêdebûna êrîşan jî eşkere kir ku, tenê duhî hema bibêje her saetekê carekê wan ji araste û cihên cuda cuda êrîşî hundirê Îranê kiriye. herwesa got: Me duhî çar keştiyên şer ên dawiyê ji cûnê Suleymanî wêran kirin, ev jî tê wê wateyê manayê ku tevahiya vê polê ji keştiyên Îranî bi tevahî hatine wêrankirin û ji qada şer derketine.
Fermandarê CENTCOMê bal kişand ser stratejiya hêzên wan di Operasyona Tûrebûna Dastanî de û ronî kir ku, armanca wan ne tenê berevanîkirina li dijî gefên Îranê ye, belkî bi awayekî sîstematîk ji bo hilweşandina şiyanên wan û armanckirina bingeha pîşesaziya berevaniyê ya Îranê dixebitin, da ku gefên paşerojê jî ji rih û rîşalan helkêşin. Ji bo vê armancê jî, balafirên bombeavêj ên Amerîkayê şevêdî kargeheke mezin a çêkirina mûşekên balîstîk bi tevahî wêran kiriye.
Cooper di pareke din a gotinên xwe de bi tundî rexne li taktîkên şerkirinê yên Îranê kir û ragihand: Hêzên Îranê di dema êrîşkirinê de li nav bajaran biqerebalix û li pişt şêniyên sivîl xwe heşar didin, di demekê de ku bi zanebûn sivîlên bêguneh li welatên Kendavî dikin armanc. Tevî wê yekê jî tekez kir ku, hema piştî temambûna 24 saetên pêşiyê yên wê kampanyayê ve, êrîşên bi mûşek û dronan ên Tehranê bi rêjeyek gelek berçav kêm bûne.
Navbirî herwesa got: Pîverê min ji bo vê rewşê ew e ku, me asmanê Îranê bi rûberekê gelek berfireh kontrola kiriye û me baştirîn û hevgirtîtirîn sîwana berevaniyê ya asmanî li Rojhilata Navîn heye. Tekez jî kir ku, erkê wan ê sereke bidawîanîna şiyanên Îranê ji bo nîşandana hêzê û gefkirina li dijî bazirganî û hêzên Amerîkayê li Tengava Hurmizê û avên navneteweyî ye.