Mezlûm Ebdî: Komîteyeke lêkolînê bo dosyeya Ela Emîn hat pêkanîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Mezlûm Ebdî eşkere kir ku, lêkolîn li ser sedema koçkirina dawiyê ya Ela Emîn tê kirin û komîteyeke lêkolînan a bêalî ji bo eşkerekirina rastiyan û hûrgiliyên wê yekê hatiye pêkanîn.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Çarşem, 11ê Adara 2026ê) li ser tora civakî ya Xê di derheqa koçkirina Ela Emîn de ragihand: Ew pêştir ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên girêdayî Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin û di wê demê de canê xwe ji dest daye.
Fermandarê Giştî yê HSDê amaje jî da: Komîteyeke lêkolînê ya bêalî ji bo eşkerekirina rastiyan û hûrgiliyên koçkirina wî hatiye pêkanîn û herwesa biryar e ku di rojên bê de û piştî temambûna karên wê komîteyê, encamên lêkolînan bi awayekî zelal ji raya giştî re bên belavkirin.
Mezlûm Ebdî tekez li ser pabendbûna wan ji bo lêpirsîna bi hemî wan kesan re kir ên ku têkildar an jî berpirsiyar in, girêdayî her aliyekî bin an her têkilî û pile û payeyek hebe, bê tu xemsarî û cudakarî.