Fraksiynonên Kurdistanî li Bexdayê: Divê hikûmet rê li ber êrîşên ser Kurdistanê bigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiynonên Kurdistanî yên di Perlemantoya Iraqê de, nîgeraniya xwe ya kûr li hemberî êrîşên berdewam ên li ser Herêma Kurdistanê anîn ziman. Fraksiynonan rexne li bêdengiya hikûmeta federal girtin û daxwaza avakirina komîteyeke lezgîn a lêkolînê kirin.

Fraksiynonên Kurdistanî yên li Perlemantoya Iraqê îro 12ê Adarê daxuyaniyeke hevpar belav kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê her tim faktoreke aramiya herêmê bûye û her gav bi rêya dîplomasiyê hewl daye aştiyê li Iraqê biparêze.

Parlamenterên Kurd bal kişandin ser encamên metirsîdar ên êrîşên dawî û weha gotin: "Herêma Kurdistanê û gelê wê bûne armanca çendîn komên li derveyî yasayê. Ev kom bi awayekî sîstematîk binesaziya aborî, mal û milkên sivîlan û cihên giştî armanc digirin. Di encama van karên têkder de, ligel ziyanên mezin ên madî, hejmarek ji welatiyan şehîd û birîndar bûne."

Fraksiynonên Kurdistanî aşkere kirin ku li gorî şopandinên wan, piraniya van êrîşan ji wan deveran têne kirin ku hêzên serbazî û ewlehiyê yên hikûmeta federal lê bi cih bûne. Hat diyarkirin ku ev yek "guman û nîgeraniyeke kûr" çêdike ku ka ev komên çekdar di bin çavê dewletê de çawa van çalakiyan dikin.

Perlemanterên Kurd bi tundî rexne li helwesta Perlemantoya Iraqê û hikûmeta federal girtin û diyar kirin, heta niha ne perlemanê helwesteke zelal nîşan daye û ne jî hikûmetê ti pêngaveke pratîkî ji bo rawestandina êrîşan û cezakirina sûcdaran avêtiye.

Fraksiynonên Kurdistanî daxwazên xwe di van xalan de kurt kirin:

- Komîteya Lêkolînê: Divê bi lez komîteyeke taybet ji bo dîtina rastiyan were avakirin û çavkaniya êrîşan were tespîtkirin.

- Cezakirina Sûcdaran: Divê hemû aliyên ku li pişt van êrîşan in werin naskirin û derkevin pêşberî dadgehê.

- Hevbeşiya Ewlehiyê: Hat bibîrxistin ku aramiya binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê, parçeyekî giring û qutnebûyî yê asayîş û aramiya hemû Iraqê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hat got ku berdewamiya van êrîşan bêyî ti rêgiriyeke rasteqîn, pirsên cidî li ser şiyana dewletê ya ji bo parastina serweriya yasa û canê welatiyan derdixe holê.