Elî Sîstanî peyamek pêşkêşî Mucteba Xamineyî kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Lêvegerê Bilind ê Şîeyên Iraqê di peyamekê de ji Rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê re serkeftin xwest. Di wê peyamê de bi zelalî tekezî li ser xizmetkirina gel, parastina yekîtiya neteweyî û dûrxistina xeterê û şerê dijminan hat kirin.
Nivîsîngeha Ayetulah Seyîd Elî Sîstanî îro (Çarşem, 11ê Adara 2026ê) daxuyaniyek sli ser guhertinên di serkirdetiya Komara Îslamî ya Îranê de belav kir û tê de peyamek pêşkêşî Seyîd Mucteba Xamineyî kir.
Di wê daxuyaniyê de herwesa hat gotin: Li gel bîranîna Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê yê wexerkirî Elî Xameneyî, em hêvî dikin ku cîgirê wî di xizmetkirina gelê Îranê de serkeftî be.
Lêvegerê Bilind ê Şîeyên Iraqê di pareke din a peyama xwe de bal kişand ser wan qebxwaziyên ku rûbirûyî rêberê nû dibin û got: Em hêvî dikin ku ew di rakirina şerê dijminan û kerb û kîna di dilan de û herwesa di parastina yekrêzî û hevahengiya neteweyî de serkeftî be.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.