Salih Muslim koça dawiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Salih Muslim bi sedema nexweşiyan li yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê koça dawiyê kir.
Hevserokê berê yê PYDê û kesatiyê siyasî yê Rojavayê Kurdistanê Salih Muslim îro (Çarşem, 11ê Adara 2026ê) koça dawiyê kir.
Li gorî zanyaran, Salih Muslim nexweşiyên dil û gurçikan hebûn û li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê neştergerî jê re hat kirin.
Salih Muslim li sala 1951ê li gundê Şêranê yê bajarê Kobaniyê hatibû ser dinyayê û li sala 1977ê Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê temam kiribû.