Pizîşkiyan: Me şertên bidawîanîna şer dane Rûsya û Pakistanê
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Komara Îslamî ya Îranê di du peywendiyên telefonî yên cuda de bi serokên Rûsya û Pakistanê re helwesta welatê xwe li ser aştiya deverê û şertên welatê xwe ji bo rawestandina şer eşkere kirin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro (Çarşem, 11ê Adara 2026ê) di postekê de li ser platforma Xê nivîsandiye ku, peywendiyên telefonî bi serokên Rûsya û Pakistanê re kirine.
Pizîşkiyan herwesa got ku, wî di wan peywendiyan de tekez kiriye ku welatê wî bi parastina aştî û aramiyê li deverê pabend e, lê amaje bi wê yekê jî kiriye ku şerê niha "ji ber agirxweşkirina Îsraîl û Amerîkayê hatiye destpêkirin.
Serokkomarê Îranê eşkere jî kiriye ku, Îranê sê şertên sereke ji bo bidawîkirina wê rewşê diyar kirine ku ev in:
1. Îtîrafkirina bi mafên rewa û misoger ên Komara Îslamî ya Îranê.
2. Dayîna qerebûya ziraran.
3. hebûna pabendkirineke tund a navneteweyî, da ku careke din êrîşî ser axa wê neyê kirin.
Ev bizavên dîplomatîk ên Îranê di demekê de ne ku, dever di aloziyên bêhempa re derbaz dibe û Tehran ji bo pêşîgirtina li her êrîşeke dubare daxwaza garantiyên navneteweyî dike.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.