Arecî: Êrîşa li ser Heşda Şeibî binpêkirina serweriya Iraqê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê bi tundî êrîşa li ser hêzên Heşda Şeibî şermezar kir.
Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî îro 12ê Adarê di peyamekê de li ser tora civakî "X", bi tundî êrîşa li ser Heşda Şeibî ya li sînorê qezaya El-Qa'im a parêzgeha Enbarê şermezar kir.
Qasim Arecî di peyama xwe de got: "Em bi tundtirîn şêwe vê êrîşa terorîstî û tirsonek a li ser Heşda Şeibî ya li El-Qa'imê şermezar dikin."
Arecî herwiha destnîşan kir ku di vê êrîşê de hejmarek çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin û birîndar bûne.
Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî di beşeke din a peyama xwe de tekezî li ser parastina xaka welat kir û diyar kir ku: "Ev armancgirtin, destdirêjiyeke aşkere û binpêkirina serweriya Iraqê ye."
Baregeheke serbazî ya Heşda Şeibî îro li devera El-Qa'imê rastî êrîşê hat. Medyaya Iraqê ragihand, di êrîşê de herî kêm 30 çekdar hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Qezaya El-Qa'im dikeve parêzgeha Enbarê ya li rojavayê Iraqê û cîranê Sûriyeyê ye. Ev navçe wekî yek ji xalên stratejîk ji bo veguhastina çekan û tevgera komên çekdar ên nêzî Îranê tê naskirin.