Salvegera Serhildana 12ê Adarê: 22 sal berê gelê Kurd li dijî zilmê serî hilda
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 22 sal di ser Serhildana 12ê Adara 2004an re derbas dibin; ew serhildana ku li bajarê Qamişlo dest pê kir û wekî rûpeleke nû di dîroka têkoşîna gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê de hate tomarkirin.
Di 12ê Adara 2004an de, li yarîgeha bajarê Qamişlo di dema lîstika futbolê ya di navbera tîmên Cîhad (Qamişlo) û Fitiwê (Dêrezor) de, alozî derket. Alîgirên tîma Fitiwê sivikayetî bi sembol û nirxên neteweyî yên Kurdan kirin û êrîşî cemawerê Kurd kir. Li ser vê yekê, hêzên ewlehiyê yên rejîma Beisê li şûna ku rê li êrîşkaran bigirin, rasterast bi guleyên rastî êrîşî Kurdan kirin.
Piştî ku di nav yarîgehê de hejmarek Kurd şehîd û birîndar bûn, xelkê Qamişlo bi hêrseke mezin derketin kolanan. Rejîma Beisê bi tundî bersiva xwepêşanderan da, lê ev yek bû sedem ku agirê serhildanê gur bibe. Di demeke kurt de, serhildan ji Qamişlo derbasî hemû gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê bû; ji Dêrikê heta Efrînê û herwiha li taxên Kurdan ên Heleb û Şamê jî Kurdan serî hildan.
Di encama êrîşên hovane yên hêzên ewlehiyê yên rejîma Sûriyeyê û hinek eşîrên Ereb ên ku ji aliyê rejîmê ve hatibûn handan, karesateke mirovî pêk hat. Li gorî raporên mafên mirovan:
- Zêdetirî 42 welatiyên Kurd şehîd bûn.
- Bi sedan kes di encama gulebaran û eşkenceyê de birîndar bûn.
- Zêdetirî 3 hezar kes hatin girtin û di zîndanên rejîmê de rû bi rûyê êşkenceyên giran bûn.
Serhildana 12ê Adarê ku zêdetirî 10 rojan berdewam kir, wekî yekemîn raperîna seranser a gelê Kurd li Sûriyeyê tê hejmartin. Vê serhildanê dîwarê tirsê yê ku rejîma Beisê bi dehsalan ava kiribû şikand. Îro gelê Kurd bi serbilindî şehîdên vê serhildanê bibîr tîne û 12ê Adarê wekî "Roja Şehîdên Kurdistanê" pênase dike.