Fermangeha Medya û Zanyaran bo Welatiyan: Vîdyoyên ketina dronan belav nekin
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê du hejmarên telefonan û çend rênima belav kirin û welatî haydar kirin ku, ji bo parastina ewlehiya neteweyî û pêşîgirtina li her encamekî neyînî, vîdyoyên ketin û avêtina dronan li ser torên civakî belav nekin.
Fermangeha Medya û Zanyaran ragihand ku, nabe ku vîdyo ji kanalên televîzyonan re bên şandin, li şûna wê yekê, vîdyoyan ji wan her du hejmaran re bişînin ên ku me belav kirine. Amaje jî da ku, nêzîkbûna ji bo wan deverên hatine armanckirin an kişandina wêneyan û weşandina dîmenan bi her awayî qedexe ne.
Fermangeha Medya û Zanyaran tekez jî kir ku, her kes û medyayeke ku wêne û dîmenên vîdyoyan ên cihên armanckirî diweşîne dê rûbirûyî darizandina qanûnî bê kirin.
Daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyaran:
Em hemî dezgehên medyayê (navxweyî û biyanî) û welatiyên xweşevî haydar dikin ku, ji bo parastina ewlehiya neteweyî û pêşîgirtina li her encameke neyînî, divê ew hemî pabendî van rênimayên jêrîn bin:
Ya yekê: Her kesekê ku vîdyoyên ketin an avêtina dronekê bikişînin bila tenê ji bo van hejmarên li jêr bişîne.
+964 751 504 8007
+964 750 155 8788
Ji ber ku bi hemî awayan qedexe ye ku ew vîdyo bi medyayan bên dayîn an li ser rûpel û hesabên şexsî bên belavkirin. Wekî din, binpêker dê rûbirûyî darizandinê bibin.
Ya duyê: Nêzîkbûna ji bo wan cihên ku hatine armanckirin an kişandina wêneyan û weşandina dîmenên wan bi her awayekî qedexe ye.
Ya sêyê: Divê dezgehên ragihandinê bi berpirsiyariya herî mezin tevbigerin û cihên bûyeran eşkere nekin. Her kanalek ku pabend nebe dê rastî rêkarên qanûnî yên tund bê.