Tom Barrack silavên Trump gihandin Serok Barzanî
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê bi rêya telefonê axivîn. Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku, Herêma Kurdistanê tenahî û aramiyê ji bo tevahiya deverê dixwaze.
Baregayê Barzanî îro (Pêncşem, 12ê Adara 2026ê) ragihand: Serok Mesûd Barzanî û Nûnerê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê Tom Barrack bi rêya telefonê axivîn.
Baregayê Barzanî herwesa got: Di wê pêwendiya telefonî de, Tom Barrack silav û rêzên Serok Trump gihandin Serok Barzanî û spasiya Serok Barzanî kir, ji ber rola wî ku her tim bi serkirdetiyeke hekîmane birêvebiriya siyasetê û parastina ewlehiya deverê kiriye. Herwesa ragihand ku, Amerîka her tim wekî hevpeyman û dost li Herêma Kurdistanê dinêre û ew dê li ser hevahengiya bi Herêma Kurdistanê re berdewam bin.
Nûnerê Serokê Amerîkayê tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê û Iraq ji bo Amerîkayê pêgehên girîng ên deverê ne û ew dê alîkar bin ku di vê rewşa aloz a niha ya deverê de pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de bi awayekî bên çareserkirin ku di berjewendiya her du aliyan de di hemî waran de be.
Serok Barzanî jî di wê peywendiya telefonî de spasiya Donald Trump kir û rêz û hurmetên xwe ji bo wî diyar kirin, herwesa spasiya Tom Barrack kir ji ber rola wî ya bibandor.
Serok Barzanî tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê her tim ji bo tevahiya deverê û gelê Kurdistanê tenahî û aramî xwestine û her tim bawerî bi demokrasî, pêkvejiyan û diyalogê heye. Herwesa ragihand: Em her tim parek ji çareseriyê bûne û em qet parek ji tu pirsgirêk û aloziyekê nebûne û dê nebin jî.
Serok Barzanî herwesa behsa wan êrîşên nerewa jî kir ên ku ji aliyê hin hêzên neqanûnî ve li ser Herêma Kurdistanê tên kirin.
Herwesa her du alî hevnerîn bûn ku, divê Herêma Kurdistanê û Iraq ji vî şerî dûr bimînin û parastî bin.