Mesrûr Barzanî sersaxî ji Cotyar Adil re xwest

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî ji Berpirsê Fermangeha Medya û Zanyaran re xwest, ji ber koça dawiyê ya bavê wî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê (Pêncşem, 12ê Adara 2026ê) bi rêya telefonê sersaxî ji Berpirsê Fermangeha Medya û Zanyaran Cotyar Adil re xwest, ji ber koça dawiyê ya bavê wî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di wê peywendiyê de herwesa hêvî kir ku, Xudayê mezin canê rehmetî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide malbata wan.