Nêçîrvan Barzanî: Divê Hikûmeta Iraqê nûnerên dîplomatîk biparêze

Nêçîrvan Barzanî û Antonio Tajani
Nêçîrvan Barzanî û Antonio Tajani

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Îtalyayê li ser pêşketinên dawiyê yên deverê û êrîşa bi dronan a li ser bingehên leşkerî yên Îtalyayê li Herêma Kurdistanê axivîn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 12ê Adara 2026ê) ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê bi Cîgirê Serokwezîrê Îtalyayê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio TianiTajani re li ser pêşketinên dawîdawiyê yên li herêmêrewşa deverê û bandor û bandoraencamên şer li ser ewlehî û aramiya herêmêtenahiya deverê û cîhanê axivîn, Serokatiyê got.

Serokê Hikûmeta Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwesa got: Serokê Herêma Kurdistanê ew êrîşa şevêdî li ser baregehabingeha leşkerî ya Îtalyayê ya duh êvarê li Herêma Kurdistanê hat kirin bi tundî şermezar kir û herwesa tekez kir ku, divê hikûmeta Hikûmeta Iraqê berpirsiyariya xwe ya parastina nûnerên dîplomatîk û hêzên Hevpeymanan bicîh bîne û rêyê nede ku êdî komên neqanûnî ewlehî û berjewendiyên welat bixin xeterê.

Çavkaniya navbirî amaje jî da ku, Wezîrê Derve yê Îtalyayê ew êrîş şermezar kir û tekez kir ku welatê wî dê bi her awayî piştgirî û alîkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê li ser berhingarbûna qebxwaziyan û rûbirûbûna êrîşên terorîstî berdewam be, herwesa dê alîkariyên xwe yên hevpar ji bo parastina aramî û tenahiyê pêşve bibin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî dike ku, Nêçîrvan Barzanî di dawiya wê hevdîtinê de ji bo piştgirî û alîkariyên berdewam ên Îtalyayê ji bo Herêma Kurdistanê spasî û rêzên Herêma Kurdistanê ji bo Îtalyayê anîn ziman û rola hêzên wî welatî di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî de bilind nirxand.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.