Şamê yekemîn bêhnvedana fermî ya bi boneya Cejna Newrozê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Komara Sûriyeyê bi boneya cejnên Newroz, Remezan û Roja Dayikan, 6 rojan li welat bêhnvedana fermî hat ragihandin.

Sekreteriya Giştî ya Serokatiya Komarê duh 12ê Adarê ragihand, bi boneya Cejna Newrozê, Cejna Remezanê, Roja Şoreşê û Roja Dayikan, hemû sazî û dezgehên giştî ji roja çarşemê 18ê Adara 2026an heta roja duşemê 23ê Adara 2026an di bêhnvedanê de ne.

Ev yek piştî wê tê, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera roja 16ê Çileya 2026an biryarnameyeke girîng a bi hejmara (13) derxistibû. Di vê biryarnameyê de Kurd wekî beşeke sereke û resen a gelê Sûriyeyê hatin pênasekirin û mafên wan ên çandî, zimanî û sivîl hatin nasîn.

Xalên herî girîng ên vê biryarnameyê ev in:

1. Naskirina Nasnameya Kurdî: Kurdên Sûriyeyê wekî beşeke resen û bingehîn a gelê Sûriyeyê hatin qebûlkirin. Nasname û zimanê wan wekî beşeke jêneveqetî ya nasnameya niştimanî ya Sûriyeyê hat pênasekirin.

2. Zimanê Kurdî bû "Zimanê Niştimanî": Zimanê Kurdî bi fermî wekî "zimanê niştimanî" hat qebûlkirin. Li gorî vê biryarê, li herêmên ku rêjeya Kurdan lê berçav e, di dibistanên hikûmetî û taybet de mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî (wekî dersên bijarte an çalakiyên çandî) hat dayîn.

3. Çareserkirina pirsa nasnameyê û "Maktûman": Hemû qanûn û rêkarên awarte yên ku ji serjimêriya sala 1962an a parêzgeha Hesekê derketibûn, hatin betalkirin. Bi vê biryarê, mafê hemwelatiya Sûriyeyê ji bo hemû Kurdên li ser xaka Sûriyeyê (bi taybetî ji bo "Maktûmên Qeydê") hat nasîn û di maf û erkan de bi hemû hemwelatiyan re bûn wekhev.

Ev gava Serokatiya Komarê wekî werçerxaneke dîrokî di siyasetên navxweyî yên Sûriyeyê de tê nirxandin, ku piştî bi dehan salan beşek ji mafên rewa yên gelê Kurd bi qanûnî û di asta herî bilind de têne pejirandin.