Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê hişyariyê dide dezgehên ragihandinê
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, ji ber rewşa hestiyar û ewlehiyê ya navçeyê daxuyaniyeke hişyariyê belav kir û ragihand, Hêzên Dije-Terorê hatine erkdarkirin da ku rêkarên tund ên yasayî li hemberî her cure binpêkariyên medyayî bigirin ber.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê îro 13ê Adarê di daxuyaniyeke fermî de bal kişand ser rewşa awarte ya li navçeeyê, Iraq û bi giştî Rojhilata Navîn. Encûmenê daxwaz kir ku di vê qonaxê de hemû alî bi berpirsyariyeke mezin tevbigerin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, erkê ser milê hemû dezgehên ragihandinê, aliyên peywendîdar û welatiyan e ku li hemberî rewşê bi hestiyarî nêzîk bibin. Encûmenê got: "Divê her kes xwe ji her cure tevger an belavkirina zanyarî û nehêniyên ku xizmeta neyarên Kurdistanê dikin û zirarê didin asayîşa navxweyî, dûr bixin."
Encûmena Asayîşê biryareke meydanî ya qatî aşkere kir û fermana rasterast da Hêzên Dije-Terorê yên Kurdistanê da ku çavdêrî û lêpirsînê bikin.
Li gorî daxuyaniyê: "Her dezgeheke ragihandinê ku zanyarî û nehêniyên ewlehiyê belav bike, yan jî bi awayekî neprofesyonel nûçeyên şer û êrîşên dujminan biweşîne ku bibe sedema têkdana aramiyê, dê demildest ji aliyê Dije-Terorê ve lêpirsîn li gel were kirin û rêkarên tund ên yasayî werin destpêkirin."
Encûmena Asayîşê di daxuyaniya xwe de xaleke girîng jî ji bo berpirsên hikûmî û siyasî destnîşan kir: "Her berpirsek ku bi daxuyaniyên xwe bibe sedema eşkerebûna zanyariyên hestiyar û ev yek xizmeta berjewendiyên dujmin bike, bêguman li gorî yasayên berkar dê bi giranî were cezakirin."