Mûşekeke balîstî arasteyî binkeya serbazî ya Încîrlîkê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Tirkiyeyê ragihand, sîstema berevaniya asmanî ya wî welatî mûşekeke balîstîk a ku ber bi Binkeya Serbazî ya Încîrlîkê ve hatibû avêtin, berî ku bigihe armanca xwe têk biriye.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, îro 13ê Adarê danê sibê, êrîşeke mûşekî li ser Binkeya Serbazî ya Încîrlîkê ya li parêzgeha Edeneyê hat kirin. Hat diyarkirin, mûşeka balîstîk li asman ji aliyê sîstemên berevaniyê ve hatiye rûxandin û metirsî hatiye dûrxistin.
Binkeya Încîrlîkê ku li başûrê Tirkiyeyê ye, wekî yek ji binkeyên herî girîng û stratejîk ên Amerîka û Hevpeymaniya NATOyê ya li Rojhilata Navîn tê hejmartin. Ev binke tenê 150 kîlometre ji sînorê Sûriyeyê dûr e.
Ji ber pêgeha xwe ya cografî, Încîrlîk ji bo kontrolkirin û birêvebirina operasyonên serbazî yên li Rojhilata Navîn, Rojhilata Deryaya Spî û herêma Qefqasyayê xaleke sereke û navendî ye.
Her çiqas ev binke di bin serweriya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê û Hêzên Asmanî yên wî welatî de be jî, di çarçoveya peymanên serbazî yên navbera Enqere û Washingtonê de, hêzên artêşa Amerîkayê tê de cih digirin. Herwiha di demên pêwîst de, hêzên din ên NATOyê jî ji bo piştgiriya lojîstîk û erkên serbazî sûdê ji vê binkeyê werdigirin.