Îranê haydariyeke tund da serkirdetiya Îmaratê
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên çekdar ên Îranê ji şêniyên nêzîkî benderên Îmaratê xwestiye ku, ji wan cihan dûr bikevin, ji ber ku ew wan deran wekî armanceke xwe ya rewa dibînin.
Fermandariya Navenda Operasyonên Leşkerî ya Artêşa Îranê (Xatemul Enbiya) di daxuyaniyekê de got: Em serkirdetiya Îmaratê haydar dikin ku, Komara Îslamî ya Îranê wekî mafê xwe yê rewa dibîne ku berevaniyê ji serweriya neteweyî û axa xwe bike, ew jî bi rêya lêdan û armanckirina mûşekên dijmin ên Amerîkayî yên ku li nav bender, lengergeh û embarên çekên Amerîkayê li Îmaratê.
Di daxuyaniya televîzyona fermî ya Îranê de bang li şêniyên Îmaratê hatiye kirin ku, bi lez ji wan deveran derkevin.
Ev daxwaz di roja 15ê ya şerê Îsraîl û Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê li dijî Îranê de ye. Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê jî ragihandiye ku, wan tenê îro (Şemî, 14ê Adara 2026ê) neh mûşek û 33 dronên Îranî êxistine.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.