Fraksiyona PDKê vedigere Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê biryar da ku vegere paytext Bexdayê. Armanca vê vegere, beşdarbûna di rûniştinên parlamentoyê de û dayîna baweriyê bi kabîneya nû ya hikûmetê ya bi serokatiya Elî Zeydî ye.

Endama Parlamentoya Iraqê ji fraksiyona PDKê Avêsta Mam Yehya îro 9ê Gulanê ji Kurdistan24ê re ragihand, vegera wan a ji bo Bexdayê bi biryara rasterast a Serok Mesûd Barzanî ye. Mam Yehya destnîşan kir jî, fraksiyona wan dê di rûniştinên parlamentoyê de amade bibe û piştgiriyê bide kabîneya nû ya Elî Zeydî. Tevî ku hîn demeke fermî ji bo rûniştina dengdanê nehatiye diyarkirin, lê wê tekez kir ku PDK wekî helwest dê dengê "erê" bide kabîneyê.

Ji aliyê xwe ve, parlamenter Sîpan Şêrwanî diyar kir ku amadekarî ji bo vegera parlamenterên PDKê bidawî bûne. Şêrwanî ragihand, îro beşek ji parlamenteran gihîştine Bexdayê û tê payîn ku beşa din jî sibe bigihêje paytextê da ku ji bo civînên çaverêkirî amade bin.

Parlamenter Şêrwan Duberdanî ragihand, rûniştina parlamentoyê ji bo dengdana kabîneya Elî Zeydî, dibe ku roja Duşemê (11ê Gulanê) yan jî Sêşemê (12ê Gulanê) were encamdan. 

Duberdanî hişyarî da ku ger heta roja Sêşemê bawerî bi kabîneyê neyê dayîn, dê prose bikeve metirsiyê; ji ber ku hejmareke mezin a parlamenteran dê ji bo pêkanîna ferza Hecê biçin Erebistana Siûdî û wê demê bidestxistina nîsaba qanûnî ji bo pêkanîna hikûmetê dê pir zehmet bibe.

Duberdanî her wiha wekî çareserî anî ziman, eger li ser hemû postan rêkeftineke tam neyê kirin, dibe ku parlamento di gava yekem de baweriyê bide nîvê kabîneyê. Bi vî rengî hikûmet dê dest bi karê xwe bike û wezîrên mayî jî piştî vegera parlamenteran a ji Hecê werin temamkirin.