Tirkiye û çend welatên navçeyê pêşniyara destpêkirina danûstandinên navbera Amerîka û Îranê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî dîplomatîk ê Tirkiyeyê aşkere kir, welatê wî bi hevkariya çend dewletên Rojhilata Navîn, destpêşxeriyek ji bo destpêkirina danûstandinên navbera Washington û Tehranê pêşkêş kiriye. Li aliyê din, Îranê mercên xwe yên ji bo rawestandina şer diyar kirin.

Jêderekî dîplomatîk ê Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de ji ajansa "Novosti" re ragihand: "Tirkiyeyê li gel hejmarek welatên navçeyê, pêşniyara destpêkirina dubare ya guftûgoyên navbera Amerîkayê û Îranê kiriye. Lê belê heta niha me ti bersiveke berbiçav an jî nîşaneke zelal ji aliyên peywendîdar wernegirtiye."

Ev hewildanên dîplomatîk di demekê de ne ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî di daxuyaniyên xwe yên berê de tekez kiribû ku welatê wî amade ye heta her demekê pêwîst bike berevaniyê di ber xwe de bike. Araqçî diyar kiribû ku Tehran "lava" ji bo agirbestê an jî danûstandinan nake.

Lê belê di hevdîtineke nû de, Wezîrê Derve yê Îranê helwesteke hinek nermtir nîşan da û got: "Em pêşvaziya her destpêşxeriyeke navçeyî dikin ku bibe sedema dawiyeke adilane ji bo şer."

Ebbas Araqçî mercên Îranê yên ji bo rawestandina şer bi sê xalên sereke ve girêda:

- Divê garantî were dayîn ku êrîş careke din dubare nebin.

- Divê ziyanên ku di encama êrîşan de gihîştine Îranê werin qerebûkirin.

- Divê bi welatên herêmê re lîjneyek were avakirin da ku lêkolîn li ser wan armancên ku hatine lêdan were kirin.