Hevpeymaniya Ezimê piştgiriyê dide pêşengiya Serok Barzanî bo diyaloga di navbera Bexda û Hewlêrê de
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevpeymaniya Ezimê di beyannameyekê de bi rengekî fermî pêşengiya Serok Mesûd Barzanî ji bo pêşxistina diyalogê di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi armanca çareserkirina pirsgirêkên mayî, pêşwazî kir.
Hevpeymaniyê Ezimê îro (Duşem, 16ê Adara 2026ê) di beyannameyekê de got: Ev pêşengî ji bo gihîştina hevfêmkirinê pêngaveke girîng e, ku dê bibe sedema xurtkirina tenahiyê û rêkxistina têkiliyên di navbera her du hikûmetan de bi awayekî erênî û biberhem.
Di wê beyannameyê de hatiye gotin: Ew qonaxa ku niha dever tê re derbaz dibe tijî qebxwazî û aloziyên mezin e, ev jî wesa dike ku diyalog û hevfêmkirin bibin rêyên herî baş û guncayî ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî, bi rengekî ku yekrêziya neteweyî bê parastin û hevahengiya di navbera dezgehên dewletê de zêdetir bibe.
Hevpeymaniya Ezimê tekez li ser girîngiya penabirina ji bo zimanê aramkirin û hevfêmkirina di navbera hemî aliyan de kir, herwesa daxwaz kir ku berjewendiyên herî bilind ên welat li pêşî hemî berjewendiyên din bên danîn, da ku derfetên kesên ku dixwazin nakokiyan mezintir bikin bên qutkirin.
Hevpeymaniya navbirî di dawiya beyannameya xwe de daxwaza xebata hevpar ji bo xizmetkirina tenahiya Iraqê û parastina hevgirtina welat di vê rewşa hestyar de kiriye.
Ev beyannameya Hevpeymaniya Ezimê piştî wê yekê tê ku, Serok Barzanî îro (Duşem, 16ê Adara 2026ê) daxuyaniyek belav kir û tê de got: Di vê demê de ku gelek şer û alozî li devera me hene, Iraq di bin gefa krîzên cuda cuda de ye û cudahiya di navbera nêrînên siyasî yên aliyan de jî zêde bûye.
Serok Barzanî di wê daxuyaniyê de got: Ez bang li Hikûmeta Iraqê ya Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hev re bicivin û bigihîjin lihevkirinê û rê li ber wî xelkî bê girtin ê ku dixwaze krîz û pirsgirêkan kûrtir bike.