Samî Celal: Lihevkirina dawiyê li ser sîstema "ASYCUDA"yê nehatiye kirin
Navenda Nûçeyan (K24) Di derheqa gotgotka lihevkirina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bicihanîna sîstema "ASYCUDA"yê û hûrgiliyên xalên hîn nehatine yekalîkirin, şêwirmendekî Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke taybet de ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Heta niha tu lihevkirineke fermî di vî warî de nehatiye kirin."
Şêwirmendê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û endamê şanda gumrikê ya Herêma Kurdistanê Dr. Samî Celal îro (Yekşem, 10ê Gulana 2026ê) amaje bi wê yekê kir ku pêvajoya nîqaş û danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo yekxistina rêkarên gumrikî û têbîniyên her du aliyan berdewam in û hîn negihîştine tu lihevkirinekê.
Sîstema “ASYCUDA”yê sîstemeke elektronîk a cîhanî ye ji bo birêvebirina karûbarên gumrikê, ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pêşxistin. Armanc jê modernkirin û lezandina pêvajoya bazirganiyê, kêmkirina gendeliyê û zêdekirina dahata dewletê bi rêya elektronîkkirina karûbaran e.
Bicihanîna vê sîstemê li Iraqê, bi taybetî li xalên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û bajarên din ên Iraqê de, bûye sedema derketina gelek arêşeyan ji bo bazirganan. Yek ji arêşeyên sereke jî ew bû ku ew kelûpelên ji deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ve dihatin hawirdekirin careke din li xalên kontrolê yên Iraqê bac ji wan dihat wergirtin; ev yek jî dibû sedema "du-bacî"yê û giranbûna nirxan li ser welatiyan.
Hikûmeta Federal li Bexdayê israrê li ser yekkirina siyaseta gumrikî li seranserê Iraqê dike, daku rê li ber xwevedizîna ji bacê bigire û dahata giştî zêde bike. Li beramberî wê yekê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezê li ser mafên xwe yên destûrî di birêvebirina deriyên sînorî de dike, lê hevdem amadebûna xwe jî ji bo bicihanîna wê sîstemê nîşan daye, bi şertekî ku bi rêya dezgehên Herêma Kurdistanê be.
Di dema borî de, gelek civînên hunerî di navbera şandên her du aliyan de ji bo çareserkirina vê arêşeyê hatine kirin.