Peyamnêrê K24ê: Nêzî 12 êrîşan li ser Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê hatine kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî zincîreyeke êrişên asmanî li ser Balyozxaneya Amerîkayê û armancgirtina malekê li navçeya Cadriyeyê ku di encamê de çend serkirdeyên Heşda Şeibî hatin kuştin, rewşa ewlehiyê ya Bexdayê bi temamî têk çû û piraniya rêyên sereke hatin girtin.

Li gorî zanyariyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê, heta niha nêzîkî 12 êrişên mûşekî û dironî li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li "Navçeya Kesk" a Bexdayê hatine kirin. Ev êriş bûn sedema tirs û xofeke mezin li navçeyê.

Hevdem ligel êrişên li ser balyozxaneyê, malek li navçeya Cadriyeyê bi 4 mûşekan hat armancgirtin û bi temamî şewitî. Li gorî agahiyan, di wê malê de 6 kes hebûn û tê gotin ku du ji wan serkirdeyên pilebilind ên Heşda Şeibî ne. Her çend kuştina wan tê gotin jî, lê heta niha navên wan bi fermî nehatine aşkerekirin.

Ji ber metirsiya berdewamiya êrişan, bang li hemû serkirdeyên Heşda Şeibî hat kirin ku baregehên xwe yên li navenda paytextê vala bikin û cihên xwe biguherînin.

Ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi giranî li kolanan belav bûne. Piraniya rê û kolanên navçeya Cadriyeyê, Pira Tabqên, Pira Mueleq û kolana Ebû Newas bi temamî ji çûnûhatinê re hatin girtin.

Li aliyê din, çavkaniyekî ewlehiyê ji ajansa "France Press" (AFP) re ragihand, berbangê îro 17ê Adarê, Balyozxaneya Amerîkayê rastî êrişeke nû ya dronî û mûşekî hatiye.

Çavkaniyê diyar kir, piştî dengê teqînekê, dûmaneke reş li asmanê balyozxaneyê hatiye dîtin û sîstemên berevaniya asmanî (C-RAM) ji bo pûçkirina êrişan hatine bikaranîn. Hat ragihandin ku êriş bi rêya 3 dronan û 4 mûşekan hatine kirin, ku herî kêm dronek di hewşa balyozxaneyê de ketiye xwarê.

Heta niha aliyên fermî yên Amerîkayê û Iraqê derbarê zirarên canî û madî yên dawî de daxuyaniyeke berfireh nedane.