Îsraîl: Fermandarê Giştî yê Besîcê li Tehranê hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Artêşa Îsraîlê ragihand, di operasyoneke asmanî de li navenda paytexta Îranê Tehranê, Fermandarê Hêzên Besîcê Gulamreza Suleymanî hatiye kuştin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee eşkere kir, hêzên wan ên asmanî, li ser bingeha agahiyên îstîxbaratî yên pir hûr û rast, li navenda bajarê Tehranê operasyoneke "amancdar û serkeftî" pêk anîne. Di encama vê êrişê de, Fermandarê Hêzên Besîcê, Gulamreza Suleymanî hat kuştin.
Li gorî daxuyaniya Adraee, Gulamreza Suleymanî di 6 salên dawî de fermandariya rêxistina Besîcê dikir. Adraee destnîşan kir ku hêzên Besîc parçeyekî sereke yê hêzên çekdar ên Îranê ne û di tepisandina xwepêşandanên navxweyî yên Îranê de roleke serekî lîstine.
Herwiha Berdevkê artêşa Îsraîlê, Gulamreza Suleymanî û hêzên wî bi bikaranîna tundûtîjiya "hovane" û girtina bikom a sivîlan û xwepêşanderan tawanbar kir.
"Derbeyeke giran li sîstema fermandariya Tehranê ket"
Avichay Adraee tekez kir, kuştina Suleymanî berdewamiya zincîreya operasyonên serkeftî yên Îsraîlê ye ku tê de bi dehan serkirdeyên pilebilind ên hêzên çekdar ên Îranê hatine armanckirin. Hat gotin ku ev operasyon derbeyeke giran e li ser sîstema fermandarî, kontrol û ewlehiya Tehranê.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Berdevkê Artêşa Îsraîlê ragihand, artêşa wan dê li ser operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî serkirdeyên rejîma Îranê berdewam be.