Îsraîlê kuştina Wezîrê Îstîxbaratê yê Îranê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê ragihand, di êrişeke asmanî de li paytexta Îranê Tehranê, Wezîrê Îstîxbaratê (Îtilaat) Îsmaîl Xetîb hatiye kuştin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro 18ê Adarê ragiahnd, şeva borî Wezîrê Îstîxbaratê yê Îranê Îsmaîl Xetîb di encama operasyoneke asmanî de li Tehranê hatiye kuştin.

Yisrael Katz di daxuyaniya xwe de bal kişand ser guherîneke stratejîk a girîng di şer de û got: "Me ligel Serokwezîr Benjamin Netanyahu biryar da ku em desthilata tam bidin artêşê, da ku her berpirsekî Îranî li her cihî be armanc bigirin, bêyî ku hewce bi wergirtina rizamendî an destûra pêşwext hebe."

Ev biryar nîşan dide ku Îsraîl êdî bê sînor serkirdeyên pilebilind ên siyasî û ewlehiyê yên Îranê dike armanc.

Kuştina Wezîrê Îstîxbaratê di demekê de tê ku duh Sêşemê jî Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê kuştina Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî û çend fermandarên din ên asayîşê ragihandibû. Ev yek wekî hilweşîna sîstema fermandarî û îstîxbaratî ya Tehranê tê nirxandin.

Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ku di dawiya Sibata 2026an de dest pê kir, îro 18ê Adarê jî bi dijwarî berdewam dike. Amerîka û Îsraîl bi dijwarî xaka Îranê û baregehên milîsên nêzîkî Tehranê bombebaran dikin. 

Li aliyê din, Îran û hevpeymanên wê bi mûşekên balîstîk û dronan êrişî bajarên Îsraîlê û baregehên Amerîkayê yên li herêmê dikin.