Encûmena Hevkariya Kendavê: Êrîşên Îranê yên li ser Îmaratê pêşhateke dijminane ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê êrîşên Îranê yên li ser kêlgehên petrol û gazê yên Îmaratê şermezar kir û ew wekî "geşedaneke dijminane ya metirsîdar" pênase kir.

Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Welatên Kendavê Jasem Mihemed Al-Bidêwî daxuyaniyek belav kir. Al-Bidêwî di daxuyaniya xwe de bi tundî êrîşên moşekî û dronî yên Îranê yên li ser saziya gazê ya "Hebşan" û kêlgeha petrolê ya "Bab" a li Îmaratê şermezar kirin.

Al-Bidêwî di peyama xwe de destnîşan kir, armancgirtina van saziyên stratejîk ji aliyê Îranê ve " pêşhateke dijminane ya metirsîdar e" û gefeke cidî ye li ser asayîş û aramiya tevahiya navçeyê.

Sekreterê Giştî yê Encûmena Hevkariya Kendavê tekez kir, ev cure kirdar bi ti awayî nayên qebûlkirin. Wî diyar kir ku ev êrîş rasterast zirarê digihînin binesaziya enerjiyê û aboriya herêmê. Al-Bidêwî bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî van "êrîşên dijminane" yên Îranê helwestekê nîşan bidin û sînorekî ji bo metirsiyên li ser asayîşa enerjiyê ya cîhanî deynin.