Îsraîlê li Deryaya Reş jêrxaneya hêza deryayî ya Îranê kir armanc

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê ragihand ku, balafirên şer ên hêza asmanî, li gorî zanyarên berfireh ên hewalgiriyê, jêrxaneya sereke ya hêza deryayî ya Îranê li Deryaya Reş bombebaran kiriye.

Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê îro (Pêncşem, 19ê Adara 2026ê) di daxuyaniya xwe de got ku, balafirên şer ên hêza asmanî ya Îsraîlê armancên xwe li bender û bingehên hêza deryayî ya Îranê hingaftine.

Wezareta navbirî herwesa di pareke din a daxuyaniya xwe de got ku, bi dehan keştîyên leşkerî, di nav de keştiyên avêtina mûşekan û gelek belemên zêrevanên deryayê, hatine wêrankirin.

Her wê çavkaniyê eşkere jî kir ku, di wan êrîşan de pergala çavdêriya asmanî û mûşekên dijebinderyayî hatine wêrankirin, navendeke fermandariya deryayî jî ku operasyonên deryayî li bendera Deryaya Reş dikirin hatiye wêrankirin.

Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê herwesa ragihand ku, ew dê êrîşên xwe yên li ser armancên di nav Îranê de berdewam û zêdetir bikin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.