Qeter û Misir xurtkirina bizavan bo rawestandina şer tekez dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Mîrê Qeterê û Serokê Misrê di hevdîtinekê de pirsa aloziyên deverê û êrîşên Îranê yên li ser çend welatan nîqaş kirin.

Mîrê Qeterê Temîm Hemed Al Sanî îro (Pêncşem, 19ê Adara 2026ê) pêşwaziya Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî kir.

Dîwana Mîrê Qeterê di daxuyaniyekê de ragihand ku, her du aliyan di hevdîtina xwe de tekez li ser girîngiya xurtkirina bizavên herêmî û navneteweyî ji bo kêmkirina asta aloziyan kir.

Herwesa Sîsî û Temîm li ser redkirina her kiryareke leşkerî, ku çarçoveya hevrikiyan berfirehtir bike, hevnerîn bûn.

Di wê civînê de, bikaranîna kanalên dîplomatîk wekî yekane rêya parastina ewlehiyê Rojhilata Navîn hat tekezkirin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.