Artêşa Pasdaran: Me êrîşî bi dehan deverên girêdayî Amerîka û Îsraîlê kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Pasdarên Îranê bicihanîna pêla 70ê ya Operasyona Soza Rastgo4ê ragihand, ku zêdetir ji 55 cihên girêdayî Îsraîl û Amerîkayê kirine armanc.
Nivîsîngeha Têkiliyên Giştî ya Artêşa Pasdaran îro (Şemî, 21ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand: Me pêla 70ê ya Operasyona Soza Rastgo4ê bi cih anî. Eşkere jî kir: Me zêdetir ji 55 cihên girêdayî Amerîka û Îsraîlê li deverên Rojavayê Asyayê bombebaran kirine.
Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye gotin ku, çend bingehên Amerîkayê li Xerc, Zefre û Elî Salimê hatine armanckirin, bi taybetî keştiya deryayî ya pêncê, ku di 24 saetên borî de ji hêla pergalên mûşekan ên Qiyam û Îmadê û dronan ve hatine armanckirin.
Her di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, zêdebûna operasyonên artêşa Pasdaran li ser deverên stratejîk ên Heyfa û Televîvê, bi taybetî li deverên wekî Hizêre, Kîryat Ono, Savyon û Bin Amiyê û li ser wêrankirina armancan berdewam e, ew jî bi rêya bikaranîna pergala mûşekên ûşîyî ya Xuremşehr-4 û Qedrê.
Nivîsîngeha Têkiliyên Giştî ya Artêşa Pasdaran herwesa ragihandiye: Di vê qonaxa şer de, pir girîng e ku em tekez bikin ku artêşa Pasdaran wekî parek ji stratejiya xwe, ji her demê zêdetir êrîşî wan cihan dike yên ku ji wan deran êrîşî me tê kirin.
Nivîsîngeha navbirî tekez jî kir ku, hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û artêşa Pasdaran ji bo qonaxeke bi wî rengî xwe amade kiriye.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.