Eyal Zamir: Paytextên Ewropayê ketine di çarçoveya mûşekên balîstîk ên Îranê de
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Giştî yê Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê Eyal Zamir ragihand: Êrîşa bi mûşekan a Îranê li ser bingeha leşkerî ya hevpar a Amerîka û Brîtanyayê li Girava ‘Diego Garcia’yê wê rastiyê îspat dike ku paytextên girîng ên Ewropayê, ji wan jî Berlîn, niha ketine di nav çarçoveya armanc û mewdaya mûşekên Îranê.
Birêvebirê Giştî yê Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê eşkere kir: Îranê mûşekeke balîstîk a du-qonaxî ya parzemînbir ceriband, ku mewdaya wê digihîje 4 hezar kîlometreyan û armanceke Amerîkayî li Girava ‘Diego Garcia’yê hingaft.
Navbirî tekez jî kir ku, welatê wî dê stratejiya xwe ya "lêdana serê mar" bidomîne heya ku ewlehî û tenahî ji bo deverê vedigerin. Herwesa ragihand: Îsraîl li gorî planeke berfireh û xurt dixebite; me pêştir êrîşî hundirê Îranê kiriye û niha jî em ji bo xurtkirina berevaniya xwe li eniya bakur di hişyariya herî bilind de ne.
Birêvebirê Giştî yê Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê herwesa bal kişand ser têkiliyên di navbera Îran û komên çekdar de û got: Hizbulah rêxistineke terorîstî ye û wekîleke sereke ya rejîma Îranê ye. Çendî em zextê li ser Îranê zêde bikin û Tehranê lawaz bikin, hind jî Hizbulah dê lawaz bibe.
Eyal Zamir tekez jî kir ku, artêşa Îsraîlê dê hemî pêngavên pêdivî ji bo dûrxistina xeteriyan ji sînorên xwe wekî sengerekî berevaniyê di navbera sivîlan de biavêje û dê her gefeke li wan bê kirin rawestîne.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.