Îmarat: Me zêdetir ji 2100 dron û mûşekên Îranî êxistine

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê
Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê ragihand ku, ji destpêka êrîşên Îranê ve, berevaniya asmanî ya Îmaratê zêdetir ji 2 hezar 133 mûşek û dronan êxistine. Herwesa got ku, ew êrîş bûne sedema kuştina heşt kesan.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê îro (Yekşem, 22ê Adara 2026ê) di daxuyaniyeke fermî de amara êrîşên Îranê li bin navê "destdirêjiyên eşkere yên Îranê" belav kir û ragihand: Sîstema berevaniya asmanî ya welatê wê kariye rûbirûyî 345 mûşekên balîstîk, 15 mûşekên krûz û hezar û 773 dronan bibe.

Wezareta navbirî di derheqa zirarên canî de jî ragihand ku, du endamên hêzên çekdar ên Îmaratê di dema bicihanîna erkên xwe yên neteweyî de hatine kuştin. Herwesa şeş sivîlên din ên Pakistanî, Nîpalî, Bengiladişî û Filistînî jî mirine.

Di wê daxuyaniyê de herwesa hatiye gotin ku, 160 kes ji ber wan êrîşan birîndar bûne û birînên hin ji wan giran in. Kesên birîndar ji zêdetir ji 25 welatên cuda cuda ne, wekî Iraq, Misir, Îran, Tirkiye, Swêd û gelek welatên din ên Erebî û Asyayî. Ev jî nîşana wê yekê ye ku, wan êrîşan cihên xwecihbûnê yên pirnijad kirine armanc.

Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê li dawiyê jî tekez kir ku, ew bi tevahî amade ye ku her gefeke ku ewlehî û serweriya welatê wê bike armanc bişkîne û bi tundî bersiva her bizaveke têkdana tenahiya deverê bide.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.