Iraq, Misir û Tirkiye hewla rawestandina şer û agirbestê didin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derva yê Iraqê Fuad Husên, bi rêya telefonê ligel wezîrên derva yên Misir û Tirkiyeyê peywendiyek kir û tê de geşedanên ewlehiyê yên navçeyê û hewildanên ji bo kêmkirina rageşiyê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derva ya Iraqê, Wezîrê Derva Fuad Husên du peywendiyên cuda yên telefonî ligel Wezîrê Derva yê Misirê Bedir Ebdulatî û Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Hakan Fidan pêk anîn.

Di peywendiya ligel wezîrê Misirî de, her du aliyan behsa amadekariyên civîna bê ya wezîrên derva yên welatên erebî di çarçoveya Komkara Erebî de kirin. Hat destnîşankirin ku divê rojeva civînê li gorî astengî û kêşeyên mezin ên ku rûbirûyê navçeyê dibin, were amadekirin.

Herwiha Fuad Husên bal kişand ser rewşa ewlehî û leşkerî ya Iraqê û parastina nûneratiyên dîplomatîk li Bexdayê. Di hevdîtinê de behsa bandorên nerênî yên berdewamiya şer û pevçûnan li ser aboriya Iraq û Misirê jî hat kirin.

Di peywendiya duyem de, Fuad Husên û Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Hakan Fidan geşedanên ewlehiyê yên navçeyê û çend mijarên giring nirxandin. Wezîrê Iraqê behsa rewşa ewlehiyê ya paytext Bexdayê kir, bi taybetî piştî êrîşa li ser baregeha Dezgeha Hewalgiriya Iraqê. Husên diyar kir ku ji bo parastina saziyên fermî û hikûmî hemû rênimayên pêwîst hatine girtin.

Her du wezîran nêrînên welatên xwe yên li ser şerê li navçeyê û bandora wê ya li ser ewlehiya navçeyê parve kirin û tekezî li ser giringiya hevahengiya hevbeş kirin.

Di dawiya her du peywendiyan de, aliyan li ser pêdiviya zêdekirina hewildanên navdewletî û karê hevbeş ji bo rawestandina şer û gihîştina bi agirbestê lihev kirin. Hat diyarkirin ku ji bo kontrolkirina aloziyan û çespandina aramiya navçeyê, divê guşarên dîplomatîk werin zêdekirin.