Trump: Kuştina serbazekî Amerîkî dibe sedema destpêkirina şer

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ) belav kir, Donald Trump bi dizî ji alîkarên xwe re ragihandiye ku eger her êrîşeke Îranê bibe sedema kuştina serbazên Amerîkî, Washington dê agirbesta niha hilweşîne. 

Rojnameyê Wall Street Journal  ji zarê berpirsên Amerîkî ve ragihand, tevî pevçûnên sînordar û êrîşên dualî yên hefteyên dawî, Trump heta niha pabendî agirbestê bûye. Lê belê, dubarebûna êrîşên ser hêzên Amerîkî, zextên giran li ser îdareya Washingtonê çêkirine. Ev yek jî gumanan li ser berdewamiya vê aramî û agirbestê çêdike.

Tevî gefên şer, raport diyar dike ku Trump hîn jî bawer dike ku bi riya rêkeftineke nû, dikare dawî li van rûbirûbûnên serbazî were. Armancên sereke yên Trump di egera rêkeftinekê de ev in:

- Çareserkirina pirsgirêka bernameya atomî ya Îranê.

- Kontrolkirina uranyuma hatiye dewlemendkirin.

- Vekirina Tengava Hurmizê ji bo çûnûhatina bazirganiya navdewletî.

Li gorî Wall Street Journal, Trump siyaseteke du-alî dimeşîne. Ji aliyekî ve naxwaze Amerîka bikeve nav şerekî mezin, lewma li hemberî hin aloziyan sebir dike. Lê ji aliyê din ve xeteke wî ya sor heye: Eger serbazekî Amerîkî were kuştin, ew ê êdî bêdeng nemîne û şer bide destpêkirin.

Di rojên dawî de, ji ber aloziyên li ser Tengava Hurmizê girjî di navbera Washington û Tehranê de gihîştiye lûtkeyê. Ev rewş rasterast bandorê li bazarên enerjiyê û bazirganiya cîhanî dike, ku ev yek jî wekî metirsiyeke mezin ji bo aboriya cîhanî tê dîtin.