Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Şêx Mihemed Îshaq Feyaz peyameke sersaxiyê belav kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Şêx Mihemed Îshaq Feyaz, peyameke sersaxiyê arasteyî Marciyetê Bilind ê Olî, gelê Iraqê û misilmanan kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4’ê Hezîrana 2026’an li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyameke sersaxiyê belav kir û tê de got: "Ji ber koça dawî ya Şêx Mihemed Îshaq Feyaz, em serxweşî û hevxemiya xwe ya kûr arasteyî Marciyetê Bilind ê Olî, hemû Iraqiyan û misilmanan dikin."
Mesrûr Barzanî ji Xwedayê Mezin daxwaz kir ku rehmetê li Şêx Feyaz bike, cihê wî bike bihuşt û sebir û aramiyê bide malbat, dost û şopînerên wî.
Şêx Mihemed Îshaq Feyaz, yek ji çar marceyên (rêberên dînî) herî mezin û navdar ên bajarê Necefê bû. Ew di sala 1930’an de li welatê Efxanistanê ji dayik bûbû. Di temenê xwe yê ciwan de ji bo xwendina olî berê xwe dabû bajarê Necefê û li wir bûbû xwedî pêgeheke bilind.
Şêx Feyaz, îro di temenê 96 saliyê de, li nexweşxaneyeke bajarê Bexdayê koça dawî kir. Ew li seranserê cîhanê di nav misilmanan de wekî kesayetiyekî xwedî bandor û zanayekî mezin ê olî dihat naskirin.