Operasyonên Hevbeş: Ji bo rûbirûbûna DAIŞ’ê hevahengiya me bi Pêşmerge re heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Qeys Mihemedawî ragihand, hemû hêzên çekdar û grûpên di bin sîwana Heşda Şeibî de ne, dê tevlî nav refên artêşê bibin û çekên wan werin komkirin.
Qeys Mihemedawî îro 4ê Hezîranê di konferansekî rojnamevaniyê de plana nû ya hikûmetê ji bo yekkirina hêzên çekdar aşkera kir. Mihemedawî diyar kir ku armanca wan ew e ku hemû hêzên li Iraqê di bin sîwana artêşê de werin komkirin û got: "Êdî ti hêz li derveyî sîwana Artêşa Iraqê namîne."
Mihemedawî destnîşan kir, hemû firqe û grûpên çekdar ên ku berê ser bi Heşda Şeibî bûn an jî girêdayîbûna wan a siyasî hebû, dê di nav refên Artêşa Iraqê de werin yekkirin.
Mihemedawî her wiha got: "Komîteyeke taybet kar ji bo komkirina hemû çekên sivik, navîn û giran ên di destê van grûpan de dike. Em rêz li rola van hêzan a di demên borî de ya ji bo parastina Iraqê digirin, lê divê ji niha û pê ve tenê di bin navê Artêşa Iraqê de xizmetê bikin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ji bo radestkirina çekan, bi taybetî bi grûpên wekî Ketaîb Îmam Elî û Asaîb Ehil El-Heq re peywendî hatiye danîn. Her wiha Mihemedawî pîrozbahî li biryara Muqteda Sedir kir ku sê firqeyên "Saraya Selam" tevlî artêşê kirine û ev pêngav wekî mînakeke giring bi nav kir.
Derbarê Hêzên Pêşmerge de, Mihemedawî got: "Pêşmerge hêzeke fermî ya ser bi Herêma Kurdistanê ye. Hevahengiyeke me ya gelekî bihêz û berdewam bi wan re heye. Bi taybetî di operasyonên li dijî paşmayiyên DAIŞ’ê de, em bi hev re dixebitin. Em hêvî dikin ku ev ruhê neteweyî ji bo parastina tevahiya xaka Iraqê her tim berdewam be."