Civaka navdewletî bang li Îranê kir: Êrîşên li ser keştiyên bazirganî rawestîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo bidawîkirina krîza li Tengava Hurmizê û misogerkirina azadiya deryavaniyê, reşnivîseke biryarê ya navdewletî hat amadekirin. Di projeyê de gefa bikaranîna "hemû amrazên pêwîst" li dijî Îranê tê xwarin, daku rê li ber keştiyên bazirganî neyê girtin.
Li gorî ajansa Reutersê, di reşnivîsa projebiryarê de tevgerên Îranê yên li Tengava Hurmizê wekî "metirsiyek li ser aştî û asayîşa navdewletî" hatine pênasekirin. Di projeyê de daxwaz ji Tehranê tê kirin ku yekser hemû êrîşên xwe yên li ser keştiyên bazirganî rawestîne, wekî din dê rûbirûyê cezayên giran û destêwerdana serbazî bibe.
Li aliyê din, Fransa projebiryareke alternatîf xistiye rojevê ku zimanekî nermtir bikar tîne. Di projeya Fransayê de rasterast navê Îranê nayê birîn û daxwaz ji hemû aliyan tê kirin ku rageşiyê kêm bikin û vegerin ser rêrewa dîplomasiyê. Fransa pêşniyar dike ku ji bo parastina asayîşa deryayî û keştiyên bazirganî, hevahengiyeke navdewletî were avakirin.
Xalên sereke yên reşnivîsa navdewletî:
Di reşnivîsa ku ji aliyê welatên Rojava ve tê piştgirîkirin de, ev xalên stratejîk cih digirin:
- Mafê derbasbûnê: Hemû keştî û firoke xwedî mafê derbasbûna azad in û nabe ti kes rê li ber wan bigire.
- Bikaranîna hêzê: Welatên endam (bi serê xwe an bi hevbeşî) dikarin ji bo parastina azadiya deryavaniyê "hemû amrazên pêwîst" (hêza serbazî jî di nav de) li Tengava Hurmizê û derdora wê bikar bînin.
- Rawestandina êrîşan: Divê Îranê yekser hemû êrîşên li ser keştiyên bazirganî û barhilgir rawestîne û dawî li her cure hewildanên astengkirina deryavaniyê bîne.
Ev xebatên dîplomatîk di demekê de ne ku girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve bûye sedema krîzeke mezin a enerjiyê û metirsiyeke giran li ser aboriya cîhanê çêkiriye. Çavê hemû welatan li Encûmena Asayişa Navdewletî ye, daku biryara dawî li ser vê reşnivîsê were dayîn.