Fransa: Em piştgiriya xwe bo gelê Kurd didomînin
Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê êrîşa Îranê ya bi mûşekên balîstîk a li ser hêzên Pêşmergeyan şermezar kir û dilsoziya dilsoziya Fransayê li beranberî van kiryarên dijminane yên li dijî Herêma Kurdistanê, berpirs û şêniyên wê jî tekez kir.
Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Jan Brem îro (Pêncşem, 26ê Adara 2026ê) di nameyekê de, ku ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şandiye, êrîşa bi mûşekên balîstîk a Îranê a li ser firqeyên 5 û 7ê yên hêzên Pêşmergeyan li Soranê bi tundî şermezar kir.
Jan Brem di wê nameyê de eşkere kiriye ku, ew êrîş bû sedema şehîdbûna şeş Pêşmergeyan û birîndarbûna 30 Pêşmergeyên din. Konsulê Fransayê ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re jî çarebûneke bilez xwest.
Navbirî tekez jî kir, "Ji dilsoziya Fransayê li beranberî van kiryarên dijminane yên li dijî Herêma Kurdistanê, berpirs û şêniyên wê piştrast bin." Herwesa got ku, Fransa dê li ser piştgirîkirin û bizavên xwe yên ji bo parastina aştiyê û dabînkirina ewlehiyê ji bo gelê Kurd berdewam be.
Ev jî di demekê de ye ku, bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha duhî (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.