Peyamnêrê K24ê: Lîwaya 61ê ya Heşda Şeibî hat armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê got ku, bingeheke Heşda Şeibî du caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombebarankirin û heta niha zirarên canî nehatine ragihandin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê Hêmin Delo îro (Pêncşem, 26ê Adara 2026ê) got, “Lîwaya 61ê ya fewca duyê ya rêxistina Bedirê hatiye armanckirin û bombebarankirin.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê herwesa got, “Ev lîwa Heşda eşîrretî ye û piştî sala 2018ê hatiye damezrandin. Berî bombebarankirinê, balafirên şer li asman zivirîne û du caran ew bombebaran kiriye.”

Herwesa malbatên li nêzî wê bingehê jî got ku, cihê wan bi temamî hatiye wêrankirin, zirareke mezin gihandiye wî cihî û birîndar hene.

Çavkaniyekê ji polîsên Dubzê jî ji Kurdistan24ê re got ku, tîmên wan çûne cihê wê bûyerê lê heta niha tu zanyar li ser zirarên canî nînin, herwesa bingeha wan li nêzî qezaya Dubzê û malên welatiyan e, şahid dibêjin ku gelek zirar gihîştine malên nêzîkî wê bingehê.

Peyamnêrê Kurdistan24ê herwesa got, “Ji destpêka şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê û Îranê de, ev cara heftê ye ku bingeh û cihên Heşda Şeibî li Dubzê tên armanckirin."

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.