Trump: Îranê bi xwe daxwaza lihevkirinê kiriye

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê ragihand ku, hêzên leşkerî yên welatê wî di dema sê heftiyên borî de gurzên wesa li Îranê dane ku "di bawera tu kesekî de nînin". Tekez jî kir ku, niha Tehran ji ber windakirina serkirdetî û şiyanên xwe yên şer daxwaza lihevkirinê dike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Pêncşem, 26ê Adara 2026ê) di çarçoveya civîna kabîneya hikûmeta xwe de ragihand, "Di sê heftiyên borî de, me şiyanên leşkerî yên Îranê bi asteke bêhempa bombebaran kirine; me hêza deryayî, asmanî û pareke herî zêde ya şiyanên wê yên girêdayî mûşekan bi tevahî wêran kirine."

Serokê Amerîkayê tekez jî kir ku, hêzên Amerîkayê piraniya platformên avêtina mûşekan û navendên berhemanîna dronan wêran kirine. Herwesa got ku, nêzîkî 140 keştîyên şer ên Îranê jî hatine wêrankirin.

Donald Trump herwesa got, "Me texmîn kiribû ku ev erk dê çar heta şeş heftiyan bidome, lê em gelek li pêşî dema xwe ne û me li armancên xwe daye."

Navbirî li ser sedema vê desttêwerdanê jî got, "Îranê plan hebû ku destê xwe danaba ser Rojhilata Navîn û êrîşî piraniya welatên deverê kiribû, heta mûşekên wan gihîştin girava ‘Diego Garcia’yê jî. Ger me êrîş nekiriba, Tehran dê di demeke nêzîk de bûba xwediya çekên atomî û dê êrîşî Îsraîlê û di dû re Amerîkayê jî kiriba.”

Serokê Amerîkayê di pareke din a gotinên xwe de jî bi tundî rexne li hevpeymaniya NATOyê û Brîtanyayê kir û NATO wekî "pilingê kartonî" wesf kir ku tenê Amerîka alîkariya wê dike.

Donald Trump di derheqa Brîtanyayê de jî got, "Wan ji me re got ku ew dê keştiyên balafiran bişînin, lê keştiyên wan li gorî yên me mîna lîstikên zarokan in. Piştre jî wan got ku ew dê piştî şer wan bişînin, min jî got: em naxwazin, spas.”

Navbirî li ser aliyê siyasî yê şer jî got ku, Hikûmeta Îranê niha îtîrafê bi şkestina xwe dike û ji bo lihevkirinê "hêviyan dike, herwesa wan bi xwe daxwaza lihevkirinê kiriye, serkirdetiya wan tune bûye û ew tûşî şokê bûne.

Serokê Amerîkayê herwesa got, "Îranî danûstandinkerên pir zîrek in lê ne şervanên baş in. Niha derfeteke wan heye ku bigihîjin lihevkirinê. Ger lihevkirin çê bibe, Tengava Hurmizê jî dê bê vekirin, lê ez hîn piştrast nînim ka em dê bigihîjin lihevkirina dawiyê an no.”

Donald Trump tekez jî kir ku, diviyabû sînorek ji bo destdirêjiyên Tehranê hatibam danan û vê destwerdana bilez a Amerîkayê hevsengiya hêzê li deverê guhertiye.