Kuweyt: Bendera Mubarek Kebîrê bi dron û mûşekan hat armanckirin

Wezareta Karên Giştî ya Kuweytê
Wezareta Karên Giştî ya Kuweytê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Karên Giştî ya Kuweytê ragihand ku, jêrxaneya bendera Mubarek Kebîrê rûbirûyî êrîşeke dualî bûye, ku bi rêya dron û mûşekan hatiye kirin û zirarên madî jê çê bûne.

Di wê daxuyaniyê de hat gotin, “Jêrxaneya bendera Mubarek Kebîrê li serê sibeha îro (În, 27ê Adara 2026ê) rûbirûyî êrîşeke dualî bûye ku bi rêya dron û mûşekên Krûz hatiye kirin.”

Raportên destpêkê nîşan didin ku, zirarên madî ji wê êrîşê çê bûne, lê tu zirareke canî û û birîndar nînin. Rêkarên rewşa awarte, ku di rewşên bi vî rengî de tên şopandin, niha bi hevahengiya aliyên têkildar hatine çalakkirin.

Bendera Mubarek Kebîrê yek ji mezintirîn û girîngtirîn projeyên stratejîk ên welatê Kuweytê di sektora veguhastin û jêrxaneya deryayî de ye. Ev bender li girava Bubiyanê li bakurê rojhilatê Kuweytê ye, ku tenê çend kîlometreyan ji sînorê deryayî yê Iraqê dûr e.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.