Amerîka keştiya firokehilgir George W. Bush dişîne Rojhilata Navîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Washingtonê biryar da ku ji bo xurtkirina pêgeha xwe ya leşkerî di şerê li dijî Îranê de, keştiyeke firokehilgir û çendîn têkşikênerên mûşekî bişîne navçeyê bin berpirsiyariya CENTCOMê.

Tora nûçeyan a CBS News îro 28ê Adarê ji zarê çend çavkaniyên agahdar ragihand, keştiya firokehilgir a Amerîkayê "George W. Bush" ber bi Rojhilata Navîn ve tê şandin. Ev biryar piştî wê yekê hat ku keştiyê û fîloya pê re, seretayî vê mehê manovra û perwerdeyên xwe yên ji bo şerekî mezin bi serkeftî bi dawî kirine.

Li gorî zanyariyan, ne tenê keştiya 'George W. Bush', lê belê çendîn têkşikênerên mûşekî yên din jî ber bi herêmê ve bi rê ketine; ku di nav wan de têkşikênera USS Ross roja çarşema borî ji eyaleta Virginia bi rê ketiye û her du têkşikênerên USS Donald Cook û USS Mason jî ji eyaleta Floridayê derketine, da ku beşdarî operasyonên li dijî Îranê bibin."

Şandina van hêzên nû di demekê de ye ku keştiya firokehilgir a herî pêşkeftî ya Amerîkayê "USS Gerald R. Ford" neçar ma qada şer bicih bihêlin. Hat ragihandina ku ji ber agirê ku li ser keştiyê derketiye, ew ber bi herêma Suda li girava Krît a Yewnanistanê ve çûye, da ku were çêkirin. Artêşa Amerîkayê tekez kir ku ev agir ne ji ber şer, lê belê ji ber sedemên din derketiye.

Tora nûçeyan a CNN bal kişand ser wê yekê, di navbera Washington û Tehranê de hewlên dîplomatîk di qonaxa destpêkê de ne. Tê gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji aliyekê ve bijardeyên leşkerî yên dijwar dinirxîne ku dibe bibe sedema kûrbûna şer, lê ji aliyê din ve tekeziyê li ser berdewamiya guftûgoyan dike. Lê belê heta niha paşeroja van danûstandinan bi nezelalî maye.