Mesrûr Barzanî sersaxî li Hîwa Cewher Galalî kir ji ber koça dawî ya bavê wî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê, Cewher Qehar Galalî, peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Adarê bi rêya peywendiyeke telefonî sersaxî li Hîwa Cewher Galalî kir, ji bo koça dawî ya bavê wî, Cewher Qehar Galalî, kesayetiyê niştimanperwer ê Hewlêrê û Pêşmergeyê qehreman ê her du şoreşên Îlon û Gulanê.

Serokwezîr di peywendiya telefonî de hevxemiya xwe ya kûr nîşan da û hêvî kir ku Xwedayê Mezin canê Xwedêjêraz bi bihuştê şad bike û sebir û hedarê bide malbata wî.