Hewlêr ezmûna Projeya Rûnakî vediguhêze bo Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkeftina "Projeya Rûnakî" ya li Herêma Kurdistanê bala Hikûmeta Federal a Iraqê kişandiye. Niha zêdetirî %85 ya daniştvanên Herêma Kurdistanê xwedî karêbaya 24 saetî ne û tê payîn ku di çend mehên bê de, ev xizmetguzarî li seranserî Herêmê bibe giştî.

Li gorî amaran, heta niha nêzîkî 6 mîlyon welatî sûdê ji eliktrîka 24 saetî werdigirin, ku ev yek ji sedî 85ê nifûsa Herêmê pêk tîne. Iraq dixwaze vê ezmûna serkeftî ya Kurdistanê ji bo parêzgehên din ên Iraqê jî veguhêze.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sivikkirina barê welatiyan di dema derbasbûna sîstema nû de, biryara daxistina bihayê eliktrîkê da. Li gorî vê:

- Malbatên ku cara yekem dikevin nav Projeya Rûnakî, ji bo sê mehên destpêkê bi rêjeya %50, %25 û %15 daxistin ji bo wan tê kirin.

- Her wiha, ji ber bikaranîna sîstema "e-Psûle", Hikûmetê 3.2 mîlyar dînar wekî daxistina %20 li ser faturayan ji bo welatiyan vegerandiye.

Yek ji destkeftiyên herî mezin ên projeyê, kêmkirina qirêjiya jîngehê ye. Heya niha zêdetirî 5 hezar û 900 jeneratorên taxan hatine kujandin. Ev yek dibe sedem ku:

- Salane 1 mîlyon û 100 hezar ton gaza CO2 di asmanê Kurdistanê de kêm bibe.

- Hikûmet plan dike ku heta dawiya sala 2026an, hejmara jeneratorên hatine rawestandin bigihîne 7 hezarî.

Sîstema dîjîtal: e-Psûle

Wezareta Eliktrîkê diyar kir ku sîstema nû ya psûleyan beşek ji Projeya Rûnakî ye û armanc jê baştirkirina xizmetguzariyan e bi rêya sîstemeke yekgirtî.

Projeya "e-Psûle" ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve di 10ê Sibata îsal de hat ragihandin. Ev bernameya ku ji bo peredana dîjîtal hatiye amadekirin, ji aliyê Banka Navendî ya Iraqê (CBI) ve jî hatiye pesendkirin.

Bi vî rengî, Herêma Kurdistanê di warê dabînkirina enerjiyê û dîjîtalkirina sîstemên darayî de gaven herî mezin li ser asta Iraqê û navçeyê dihavêje.